Abdullah Tel
15 Adar 2019•Rojanekirin: 16 Adar 2019
Serokwezîra Zelandaya Nû Jacînda Ardernê ragihand di encama êrîşên terorê yên li bajarê Christchurchê li 2 mizgeftan hatin kirin da 49 kes hatin qetilkirin.
Serokwezîra Zelandaya Nû Jacînda Ardernê got ku di encama êrîşên li ser 2 mizgeftan da 49 kes hatin kuştin
Serokwezîra Zelandaya Nû Ardernê civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku ew êrîşên li bajarê Christchurchê ser 2 mizgeftan hatin kirin "êrîşên terorê" ne.

Ardernê di berdewamiya axaftina xwe da got ku di êrîşên terorê yên li ser mizgeftan da 49 kes hatin kuştin û herî kêm 20 kes jî birîndar in.
Serokwezîr Ardernê ragihand ku ji ber êrîşên terorê 4 kes hatine binçavkirin û yek ji wan jî welatiyê Awistralyayê ye.