20 Mijdar 2015•Rojanekirin: 25 Mijdar 2015
DİYARBAKIR
Êrîşên PKKya rêxistina terorê yên li rojhilat û başûrê rojhilatê welêt li ser zarokan tesîreke neyînî dihêlin.
Piştî telîmata rêxistina terorê ya ji bo qaşo "rêveberiya xweser" zarok li kûçe û kolanan di bin siya çek û teqemeniyan da mezin dibin û ev jî li ser wan tesîreke neyînî dihêle.
Terorîst li kûçe û kolanan bi çekan digerin, teqemeniyê di hendekan da bi cî dikin, barîqatan datînin ser rêyan ev jî dibe sedemekê û zarok di nav teqemenî û çekan da mezin dibin.
Zarokên ku bi taybetî li Sûr û Sîlwana navçeyên Diyarbekirê, Îdil, Cizîre û Silopiya navçeyên Şirnexê, Nisêbîna navçeya Mêrdînê dijîn di nav hendek, barîqat û brandayên ku endamên rêxistinê dikişînin kolanan da mezin dibin.
- Di êrîşên terorê da zarok dimrin
Hin zarok teqemeniya ku terorîst di rê û dirban da bi cî dikin wek pêlîstokê dibînin û pê dilîzin, gelek caran teqemenî di destê wan da diteqin û hin zarok dimrin, hin zarok kor dibin, hin zarok ji mil û nigên xwe dibin û seqet dimînin.
Di nav wan zarokan da Firat Sîmpîlê 13 salî yê ku li Sîlwana navçeya Diyarbekirê diçû nan bikire û Elîf Şîmşeka 9 salî ya ku li Bismîlê mirin, hene.
- Ji perwerdeyê mehrûm dimînin
Hin malbat ji ber tirsa êrîşên terorê naxwazin zarokên xwe bişînin xwendingehan. Ji ber vê yekê gelek zarok ji perwerdeyê mehrûm dimînin. Zarokên ku dibê li xwendingehan qelem di destê wan da bin di bin siya çekan da dilîzin û di malan da wek girtiyan dijîn.