Ahmet Karaahmet,Mehmet Burak Karacaoğlu
19 Berfanbar 2021•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2021
Li Îdliba li bakurê rojavayê Sûriyeyê konbajarên ku lê bi hezaran sivîl dijîn ji ber barana gur di bin berfê da man.
Şiliya ku seranserê şevê barî konbajarên ku sivîlên li xeta sînorê Tirkiyeyê ya Sûriyeyê bi zorî ji cihê wan hatine kirin di nav avê da hişt.

Mihemed Hallajê Midûrê Kordînatoriya Midaxaleya Acîl a Sûriyeyê ya ku li Îdlibê xebatên daneyê bi rê va dibe daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku di encama xebata ku ekîba li sehayê tesbît kirin ku 24 konbajar di nav avê da man, konê bi hezaran sivîlî di nav avê da ma.
Hallaj got ku "Saziyên ku li Îdlibê fealiyetên alîkariya mirovî dikin divê xebatên xwe yên ji bo sivîlên ji cihê xwe hatine kirin zêde bikin."
Hallaj got ku qeyrana mirovî herku diçe zêde dibe û destnîşan kir ku ji bo zirara çêbûye ji holê rakin divê demildest çareseriyek bê dîtin.

- Rewşa li Îdlibê
Tirkiye, Rûsya û Îranê di 4-5ê gulana 2017an da di civîna Astanayê da Îdlib û hin herêmên bajarên derdora wê (wilayetên Lazqiye, Hema û Helebê), bakurê bajarê Humsê, li Xûteya Rojhilat a li Şama paytext û herêmên li başûrê welêt (wilayetên Dera û Quneytrayê) bi tevahî 4 herêm wek "herêmên kêmkêkirina rageşiyê" îlan kirbûn.
Lêbelê rejimê û terorîstên ku Îran piştgiriyê dide wan, ji 4 herêman xêncî Îdlibê herêmên din bi piştgiriya esmanî ya Rûsyayê bi dest xistibûn û berê xwe dabûn Îdlibê. Di îlona 2018an da Rûsyayê ji bo hêzdarkirina agirbestê li Soçiyê mitebeqata pêvek îmze kir.
Rûsya û rejimê di gulana 2019an da operasyon dan destpêkirin ku tevahiyê herêmê zeft bikin û gelek wargehên li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê zeft kirin.
Herî dawîn Tirkiye û Rûsyayê di 5ê Adara 2020î da li Moskovayê mitebeqateke teze çêkirin.
Agirbesta ku gelek caran bi destê rejimê tê binpêkirin dewam dike. Di heyama 2017-2020î da kêmzêde 2 milyon sivîlî ji ber êrîşên rejim û Rûsyayê koçî herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê kir.