İbrahim Atmaca
07 Mijdar 2019•Rojanekirin: 07 Mijdar 2019
Li Îngiltereyê di çarçoveya biryara hilbijartina pêşwext da parlamento hat fesixkirin, Serokwezîr Boris Johnson ji bo pêkhatina Brexitê ji Partiya Mihafazakar ra rey xwest.
Serokwezîr Johnson li Qesra Buckinghamê Qralîçeya Elîzabetha 2yemîn ziyaret kir û ji bo fesixkirina parlamentoyê destûr xwest. Bi vê ziyaretê va ji bo li Îngiltereyê di 12ê berfanbarê da hilbijartina pêşwext çêbe, pêvajoyê jî bi awayê fermî dest pê kir.
Johnson dema ku diçû qesrê di wesayîta xwe da vîdeo qeyd kir û got ku tenê sedemeke kirina hilbijartinê heye, ew jî şehtbûna parlamentoyê ye, ji bo Brexitê peymaneke me ya nuwaze hebû, lê ji parlamentoyê derbas nebû.
Johnson diyar kir, ji bo ku Brexit temam bibe ji Partiya Mihafazakar ra rey xwest û wiha dewam kir, "Em ê roja ewil cardin peymanê bînin parlamentoyê û ji bonê dengdayînê bikin û di meha rêbendanê da jî (ji Yekîtiya Ewropayê) veqetin."
Li Îngiltereyê ji ber ku parlamemtoyê li ser Brexitê li hev nekir, hikûmetê xwest ku hilbijartina pêşwext çêbe. Bi piştgiriya Partiya Karkeran a mixalefeta sereke va biryar hatibû dayîn ku di 12ê berfanbarê da hilbijartin çêbe.