Li Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) mêrasima sondxwarinê dê sibê bê kirin. Di parlamentoyê de suryanî, êzîdî û keldanî jî tên temsîlkirin û dê parlamenter li gorî kitêba pîroz a dînê ku jê bawer dikin sond bixwin.
Li HKIFyê hilbijartin di 21ê Îlonê de hatibûn kirin û dê meclis sibê di saet 10.00an de bicive. Dê 111 parlementer bên meclisê û sond bixwin. Parlamenterê herî kal dê Lijneya Giştî îdare bike. Parlamenter dema sond bixwin dê heman metnê bixwînin. Di parlamentoyê de ji ber ku ji dînên cuda parlamenter hene, dê ji bilî Qur'anê Încil û kitêbên pîroz ên din jî hebin. Di parlementoya kurd de asûrî û êzidî bi du parlamenteran, keldanî û suryanî jî her yekê bi parlementerekî tên temsîlkirin.
Parlamenterê Eniya Tirkmen ê Iraqê Aydin Merûf daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ez ê li meclisê metna, "Bi navê Xwedayê mezin sond dixwim ku ez ê yekîtiya gel û herêma Kurdistana Iraqê biparêzim" bixwînin.
-Tirkmen dê bi du zimanan sond bixwin
Hat diyarkirin ku dê hin parlamenterên Tirkmen metna sondê him bi kurdî û him jî tirkî bixwînin.
Piştî ku meclis vebû, dê Serokê HKIFê Mesûd Barzanî ji bo ku hikûmetê ava bikin dê destûrê bide Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Di hilbijartinên HKIFê de KDP 38, Goran 24, KYB 18, Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû) 10, Partiya Civaka Îslamî (Komala) 6, Tevgera Îslamî (Bizotnewe), Demokratên Sosyal, Araste û Partiya Azadî jî her yekê parlamenterek bi dest xistibû. Kêmnetewe jî ji ber kotayê li meclisê tenê bi 11 parlamenteran tên temsîlkirin.