Fatih Gazioğlu
13 Mijdar 2017•Rojanekirin: 14 Mijdar 2017
ANKARA
Ji ber erdheja bi lerza 7,3 li Helebçeya bajarê Iraqê ya nêzî sînorê Îranê çêbû li eyaleta Kirmanşahê ya aliyê rojavayê Îranê jimara miriyan derket 407an.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Rêveberiya Afadê ya Welatê Îranê Behnam Seîdî, hejmara kesên di erdhejê de mirin gihîşte 407an û hejmara birîndaran jî 6 hezar û 700 e.
Her wiha mîdûrê rêxistina rêvebiriya qeyrana neteweyî Îsmaîl Neccar ragihand ku ji ber ku erdhej li qedeke berfireh qewimiye, xebatên lêgerîn û xelaskirinê bi zor û zehmet dimeşe.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê daxuyandibû ku erdhej 31 kîlomêtre li başûrê rojavayê Helebçeyê çêbû û mezinahiya wê 7,3 ye.
- Serokatiya DYAyê ji bo malbatên kesên di erdhejê da mirin sersaxî da
Wezareta Karên Derva yê DYAyê li ser erdheja li sinorê Îran-Iraqê qewimî daxuyaniyek weşand. DYAyê di daxuyaniyê da, sersaxî da malbatên kesên di erdhejê da mirin û ji bo birîndaran jî got derbasî be.
Berdevka Wezaretê Heather Nauertê der barê erdhejê da daxuyeniyeke nivîskî da û got: "DYA sersaxiyê dide kesên ku di erdhejê da zirar dîtin." DYAyê ragihand ku kesên di erdhejê da mirin, birîndar bûn û xisar dîtin, nayên jibîrkirin.