ROMA
Li Îtalyayê hat diyarkirin otobusa ku rêwiyên ji serdana dêrê vedigerand, gindirî viyadukê. Li gor agahiyên ewil 37 kes mirin 11 kes jî birîndar in.
Rayedaran destnîşan kir otobusa ku49 rêwî tê de bûn, gava ku ji herêma çiyayê li gundê Avellînoya paytext Romayê vedigeriya, di rê de li hin wesayîtan qelibî û paşê jî di viyadukê de nêzî 30 metreyî gindirî.
Tîmên agirkujiyê û xelaskirinê çûn cihê bûyerê, li gor tespîtên ewil ji otubusa pelixî termê 37 kesan derxistin. Hat zanîn ku 11 kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.
Rayedaran destnîşan kir ku sedema qezayê hêj tam nehatiye tespîtkirin. Hat diyarkirin ku rêwiyan mabeda katolîkan a li herêma Pûglîeyê ya li rojhilatê welêt ziyaret kirine.