11 Nîsan 2017•Rojanekirin: 12 Nîsan 2017
BERLÎN
Wezîrê Karên Derva yê Almanyayê Sigmar Gabriel ragihand ku seba di mijara nakokiya li Sûriyeyê da çareseriyeke siyasî bê bîterkirin, ew dixwazin Rûsyayê jî tevlî vê pêvajoyê bikin.
Gabriel li bajarê Lucca yê Îtalyayê beşdarî civîna wezîrên karên derva yên welatên G7ê bû, di daxuyaniya xwe da destnîşan kir ku Wezîrê Karên Derva yê Emrîkayê Rex Tillerson jî di nav da hemû wezîrên karên derva naxwazin ku rageşiya leşkerî ya Sûriyeyê gurr bibe û herwiha ji bo çareseriyeke siyasî hewl didin û wiha pê da çû:
"Em dixwazin Rûsyayê qazanc bikin da ku di mijara nakokiya li Sûriyeyê da piştevaniya pêvajoya siyasî ku di xwe da çareseriyeke aştiyane dihewîne bike."
Gabriel bal kişand ku divê pêvajoya Wiyanayê demildest jinûva bê aktîfkirin û herwiha Koma Piştevaniya Sûriyeyê ya Navneteweyî jî divê destxwera di asta wezîrên karên derva da bicive û wiha dewam kir:
"Dibe ku kêfa kesî pê neyê, lêbelê bêyî Mosko û Tehranê li Sûriyeyê wê çareserî çênebe. Ji ber hindê cudaxwazî bi tu awayî rêbazek nîne. Tevlîbûna wan a pêvajoyê gaveke rast e. Lê ez naxwazim bifikirim ku Moskoyê timî pişta rejimeke wehşî ya mîna Esedê ku ji tiştekî natirse, bike."