Önder Beyter
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
ANKARA
Ji tîmên Lîga Premier a Îngiltereyê Liverpoolê, Fabinhoyê fitbolîstê naverasta yarîgehê yê tîma Fransî Monacoyê transfer kir.
Li gorî daxuyaniya klubê, Liverpool û Monacoyê di mijara transferkirina Fabinhoyê 24 salî da li hev kirin.
Der heqê bonservîsa yarîzanê ku 4 caran formaya Tîma Neteweyî ya Brezilyayê li xwe kir da agahî nehat parvekirin. Lêbelê çapemeniya Îngiliz îdia kir ku Liverpool wê 39 milyon sterlîn (nêzîkî 45 milyon ewro) bide Monacoyê.