Abdullah Tel
29 Gulan 2018•Rojanekirin: 29 Gulan 2018
KARS
Li Qersê di operasyona hat lidarxistin da hejmara penaberên qaçax ên ku hatin qefaltin derket 106an.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Asayîşa Midûriyeta Ewlehiyê ya Qersê li hemberî penaberên qaçax operasyon da destpêkirin.
Di çarçoveya operasyonê da ewilî 58 welatiyên ku bi eslê xwe ji Efxanistan û Pakistanê bûn hatin qefaltin û li ser îfadeyên wan operasyon hat berfirehkirin.
Di encama xebatên hatin kirin da 48 penaberên din jî hatin qefaltin.
Li Qersê di operasyona ku li hemberî penaberên qaçax hat lidarxistin da bi tevahî 106 penaberên qaçax hatin qefaltin.