Feyzullah Yarımbaş
13 Adar 2026•Rojanekirin: 13 Adar 2026
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku di êrîşa nêzîkî Hewlêra bajarê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da, eskerekî wan hatiye kuştin û çendek jî birîndar bûne.
Macron di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê Xa platforma Amerîkayî da destnîşan kir ji tabûra Fransî astsubay Arnaud Frion hatiye kuştin û çend eskerên wan jî birîndar bûne.
Macron got, "Ev êrîşa li dijî hêzên me, yên ku ji sala 2015an vir va li dijî DEAŞê şer dikin, nayê qebûlkirin" û tekez kir ku hebûna wan a eskerî li Iraqê bi tevahî li ser şerê li dijî terorê ye û şerê li herêmê nikare êrîşên wiha rewa bike.
Ji aliyê din va Fermandarê Eniya Mexmûr-Giwêrê yê Hêza Pêşmerge Sîrvan Barzanî ragihand ku di êrîşa bi droneyê ya li dijî baregaha eskerî ya hevbeş a Pêşmerge-Fransî da 7 personelên eskerî yên Fransî birîndar bûne.