Serokê Birêvebirina Rewşa Acîl û Bobelatê ya Serokwezîriyê (AFAD) Fûat Oktay daxuyand ku ji bo heywanên kurdên ji sûriyeyê yên ku ji şer direvin re jî dê kampek bê avakirin.
Oktay ji nûçegîhanê AAyê re daxuyand ku ji ber pevçûnên DÎŞI û PYDyê gelek kesan xwe spartin Tirkiyeyê û ew wisa texmîn dikin ku hejmara penaberan dê zêde bibe.
Oktay got ku penaber wek mêvanan tên dîtin û ji bo rehetiya wan xebat tên kirin.
Oktay ragihand ku penaber dema ku tên, heywanên xwe jî tînin û niha bi hezaran heywan li herêma ku mayîn heye disekinin.
Oktay wiha axivî: "Li hemberê sînor meydaneke bimayîn heye û gelek heywan niha li wir in. Em alîkariyê didin kurdên ji sûriyeyê tên. Hewl didin ku ji bo heywanên wan jî tiştekî bikin.Heke em heywanan li wir bihêlin dê ji tî û birçî bimrin. Ji ber vê em dixebitin ku ji bo van heywanan meydanekî ava bikin. Helbet ji bo nexweşiyê jî em baldar in, me tevdîrên xwe dîtin."