Önder Beyter
03 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 04 Berfanbar 2017
SANA
Li Yemenê Hûsiyan îdia kir ku wan fuzeya krûz avêt santrala nukleerê el-Berake ya li Ebû Dabiya paytexta Yekîtiya Mîrektiyên Erebî (YME).
Di nûçeya têlevîzyona Hûsiyan, El-Mesîrayê da wiha hat gotin, "Hêza me ya fuzeyê (bi ser Hûsiyan) fuzeya krûz avêt santrala nukleerê el-Berake ya li Ebû Dabiyê. Fuze gihîşt amanca xwe."
Di nûçeyê da cih nedan zêdetir agahiyê.
Ji rayedarên YMEyê der barê bûyerê da hê jî tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Hûsiyan duhê gef li Serokomarê berê yê Yemenê Elî Ebdullah Salih xwaribû ku rêveberiyên Riyad û Ebû Dabûyê ew anî vê rewşê û ji ber hindê jî divê ew dengê xwe neke.
Li Yemenê alîgirên Serokomarê berê Salih û Hûsiyên ku li dijî hikûmeta meşrû şer diki, pev diçin. Herwiha pevçûnên di navbera wan da pêrê li Sanayê cardin gur bûbûn.
- YMEyê ragihand ku îdiaya Hûsiyan derew e
Yekîtiya Mîrektiyên Erebî (YME) ragihand ku îdiaya Hûsiyên li Yemenê ya, "Me fuzeya krûz avêt santrala nukleerê el-Berake ya li Ebû Dabiyê", derew e.
Dezgeha Hawar û Qeyranê di daxuyaniya ku da ENAya ajansa fermî ya YMEyê da ji bo îdiaya Hûsiyan got ku derew e û wiha destnîşan kir, "Pergaleke berevaniya esmanî ya YMEyê heye ku dikare serederiyê bi her cure tehdîdê ra bike. Santrala nukleerî El-Berake jî li hemberî her cure îhtimalî di bin parastineke qewî ku şikestina wê ne mimkun e da ye."
- Fuze li Cewfê ket xwarê
Ji hêla din, li Yemenê Berdevkê Herêma 6emîn a Leşkerî ya girêdayî artêşa meşrû Ebdullah el-Eşref di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da wiha got, "Fuzeya Hûsiyan a ku amanca wê YME bû, li herêma Sîn Eswed a navçeya Mûtame ya li ser bajarê Cewf ê Yemenê ket xwarê."
Eşref bal kişand ku fuze li zeviyeke vala ket xwarê û neteqiya û herwiha li ser wê jî îfadeyên "nijadperest" ên Hûsiyan nivîsar e.
Di nûçeya têlevîzyona Hûsiyan, El-Mesîrayê da wiha hatibû gotin, "Hêza me ya fuzeyê (bi ser Hûsiyan) fuzeya krûz avêt santrala nukleerê el-Berake ya li Ebû Dabiyê. Fuze gihîşt amanca xwe."