Tuggeneral Ehmed el-Esiriyê berdevkê operasyona "Bahoza Biryardariyê" ya ku di bin serkêşiya Erebistana Siûdî de li Yêmenê dabûn destpêkirin, da zanîn ku li ser daxwaza Serokomarê Yêmenê Ebdûrebbû Mansûr Hadî û hikûmetê operasyon qedandin.
Esirî li Riyada paytexta Erebistana Siûdî civîna çapemeniyê li dar xist û got ku li ser daxwaza Serokomar Hadî û hikûmetê operasyona "Bahoza Biryardariyê" ya ku gihişt armanca xwe qedandin.
Esirî da zanîn ku dê ji sibê pê ve ji bo gelê Yêmenê operasyona "Vegerîna Hêviyê" dest pê bike û diyar kir ku di çarçoveya operasyona ji hewayê ya ku ji 26ê adarê heta niha berdewam dike de li axa Yêmenê 2 hezar û 415 êrîş kirin û got "Operasyon gihişt hemû armancên xwe."
Esirî her wiha got ku Operasyona Vegerîna Hêviyê ji xebatên siyasî, dîplomatîk û leşkerî pêk tê."
-Armanca Vegerîna Hêviyê
Di daxuyaniya hêzên koalîsyonê ya ku di SPAya ajansa fermî ya Erebistana Siûdî de cî digire de jî armancên operasyona "Vegerîna Hêviyê" wiha hat rêzkirin:
"Di çarçoveya biryara Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, bi teşebûsa Konseya Hevkariya Kendavê û di encama Konferansa Diyaloga Neteweyî ya Yêmenê de li welêt bi awayekî lez destpêkirina xebatên siyasî, digel vê parastina sivîlan, têkoşîna bi terorê re, tehliyekirina biyaniyên li Yêmenê û arîkariya li ser herêmên ku zirar dîtin, astengkirina tevgera Hûsî Ensarûllahê û piştgiriya çekan a ji bo komên girêdayî Elî Ebdûllahê serokomarê ku ji kar hat dûrxistin."