Nihat Kavşut
17 Hezîran 2017•Rojanekirin: 18 Hezîran 2017
MEKKE
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ji ber qeyrana di navbera hin dewletên ereban û Qeterê da der barê serdan û hevdîtina xwe ya bi Selman bîn Ebdulezîzê Qralê Erebistana Siûdî ra wiha got: "Peyama Serokomarê me hebû. Gotibû 'Em dixwazin Xadîmul Harameyn Şerîfeynê Qralê Erebistana Siûdî meseleyê çareser bike. Çi bikeve ser milê me em jî amade ne.' Min ev peyam bir."
Çavuşogluyê li ser vexwendina Qral Selman bîn Ebdulezîz hat Erebistana Siûdî li Qesra Safayê ya li Mekkeyê bi Qral Selman ra axivî û piştî hevdîtinê daxuyanî da rojnamevanan.
Mevlut Çavuşoglu diyar kir hevdîtineke baş bû û wiha dewam kir: "Bi vê hevdîtinê pirsgirêk çareser bû? Na, dewletên din jî hene. Niha tevlihev e. Firsend çêbû em fikrên xwe bi dilsozî ji hev ra bibêjin. Em ê ji vir pê da jî têkiliyên xwe yên bi Erebistana Siûdî ra xurt bikin."
Çavuşoglu der barê peyama ji Qral Selman ra bir da wiha got: "Peyama Serokomarê me hebû. Gotibû 'Em dixwazin Xadîmul Harameyn Şerîfeynê Qralê Erebistana Siûdî meseleyê çareser bike. Çi bikeve ser milê me em jî amade ne.' Min ev peyam bir."