Haydar Şahin
17 Hezîran 2017•Rojanekirin: 18 Hezîran 2017
MEKKE
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Qral Selman bin Ebdilezîz li Mekkeya bajarê Erebistana Siûdî hatin ba hev.
Çavuşoglu li ser daweta Qral ji bo temasên fermî hat ziyareta welêt, Qral Selman li Qesra Safayê ya li Mekkeyê Çavuşoglu qebûl kir.
Beriya civîna destûr dan rojnamevanan ku dîmenan bigrin paşê rojnamevan hilnedan civînê. Di civînê da li ser mijarên têkiliyên di navbera herdu welatan da, qirîza di navbera Qeterê û hin welatên ereban da axivîn.
Wezîr Çavuşoglu berê jî bi lîderên Kuweyt û Qeterê ra hatibû ba hev.
Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb, Behreyn, Misir û Yêmenê di 5ê hezîranê da îlan kiribûn ku bi Qetera têkiliyên dîplomatîk qetandin. Wek sûc jî digotin ku "Qeter piştgiriyê dide terorê". Erebistana Siûdî, Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb û Behreynê sînorên xwe yê hewayê ji teyareyên Qeterê ra girtin û gotin ku bira di nav 48 saetan da dîplomatêm Qeterê welatên wan terk bikin. Erebistana Siûdî sînorê bejayê yê Qeterê jî girt.