Haydar Karaalp
13 Gulan 2026•Rojanekirin: 13 Gulan 2026
Meclisa Iraqê sibê ji bo dengdayîna pêbaweriyê ya ji bo kabîneya Elî Zeydiyê ku peywira damezirandina hikûmetê spartin wî, dicive.
Di daxuyaniya nivîskî ya meclisê da hat diyarkirin, endamên kabîneya ku Zeydî damezirand dê tevî bernameya hikûmetê bikevin ber dengdayîna pêbaweriyê.
Li gorî Destûra Iraqê, wezîrên di lîsteya Lijneya Wezîran a namzedê Serokwezîriyê divê yek bi yek ji Meclisê raya pêbaweriyê bistînin.