Muhammet Kurşun
01 Mijdar 2017•Rojanekirin: 01 Mijdar 2017
ANKARA (AA) - Weqfa Lêkolînên Siyasî, Aborî û Civakî SETAyê li ser pêşeroja Kerkûkê û geşedanên li ber Iraqê panêlek li dar xist.
Kordînatorê Giştî yê SETAyê Prof. Dr. Burhanettin Duran, Mamosteyê Zanîngeha Çankayayê Prof. Dr. Mahir Nakip, Lêkolerê Polîtîkayên Derveyî yê SETAyê Can Acun û rojnamevanê li El Cezîreyê Emer El Kubeysî di panêlê de axivîn.
Kordînatorê Giştî yê SETAyê Prof. Dr. Burhanettin Duran di axaftina xwe de behsa referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê kir û got: "Xirsa neteweperweriyê ya Mesûd Barzanî, ne tenê dawiya kariyera xwe anî, di deman demê de kir ku Herêma Kurdistan desthilatên xwe yê berfireh ku nîv serbixwe bû ji dest bide."
Dûran bibîr anî ku Iraqê Kerkûk, herêmên binîqaş, deriyên sînorî yê bejahî û esmanî û xetên boriya petrolê bi dest xistin û Herêma Kurdistanê careke din cesaretî ragihandina serxwebûnê bike.
Herwiha îddia kir ku Îbadî destê xwe xurt kir û lê ji bo gotina dawîn hê zû ye.
Dûran herwiha bal kişand ser wê yekê ku başbûna têkiliyên Iraqê digel Siûdî û Tirkiyeyê muhîm e û Tirkiye, Iraq û Îran bi hev re şekil didin pêşeroja Herêma Kurdistanê.
Herwiha got: "Divê sîstemeke siyasî ya wisa were avakirin ku Kurdan, Şiiyan û Sunniyan bi hev re di nav aştiyê de bigire û heqê wan dabîn bike."
Mamosteyê Zanîngeha Çankayayê Prof. Dr. Mahir Nakip jî got destûra Iraqê ji aliyê Kurdan û Erebên Şiî ve di sala 2003an de hatiye çêkirin.
Nakip îddia kir ku deverên binîqaş jî ji aliyê Kurdan ve hatine diyarkirin û divabû li gor destûrê heta 2007an referandûm hatiba kirin.
Lêkolerê Polîtîkayên Derveyî yê SETAyê Can Acun jî nirxandina xwe wiha kir:
"Barzanî digel îtirazên navneteweyî û Tirkiyê jî referandûm kir. Rîsk wergirt lê di encamê de winda kir. Destkeftên Herêma Kurdistanê yên 30 salî di 48 seetan de çûn."
Li ser PKKê jî Acun got Iraq rê dide ku PKK xeracê kom bike û eger Bexda dixwaze têkiliyên baş bi Tirkiyê re deyne divê guh bide daxwazên wê jî.
Rojnamevanê li El Cezîreyê Emer El Kubeysî jî got piştî Kerkûk ket destê hêzên Iraqê pêvajoyeke nû dest pê kir.
Kubeysî bal kişand ser wê yekê ku ew bi Iraqeke bihêz re rûbirû ne û Barzanî jî di hesabên siyasî de xeletî kir.