Haydar Şahin
15 Hezîran 2018•Rojanekirin: 16 Hezîran 2018
KABUL
Efxanistanê diyar kir ku Mela Fazlullahê serokê Talibana Pakistanê di êrîşa wesayîta hewayî ya bêmirov a Amerîkayê da li wîlayeta Kunarê hat kuştin.
Mihemed Radmanîşê Berdevkê Wezareta Parastinê ya Efxanistanê daxuyanî da Associated Pressa ajansa xeberan û diyar kir ku roja pêncşemê ber destê sibê Fazlullah û 2 endamên rêxistinê yên pê ra li herêma Marawarayê ya li sînorê Pakistanê hatin kuştin.
Di daxuyaniya Fermandariya Hêzên Amerîkayê yên li Efxanistanê da jî hat destnîşankirin ku leşkerên Amerîkayê roja pêncşemê li herêma sînor êrîşeke "kontr-terorê" kirin, di êrîşa da hedef "serokê payebilind ê rêxistinê" bû.
Di daxuyaniyê da nehatibû gotin ku gelo êrîş li dijî Fazlullah e an li dijî yekî din e.