08 Tebax 2017•Rojanekirin: 08 Tebax 2017
QUDIS
Hat ragihandin firokeyeke Hêzên Esmanî ya Îsraîlê dema li Baregeha Esmanî ya Ramonê ya li Çola Necefê firînên perwerdeyê dikir, ket.
Li gor nûçeya di rojnameya Haaretzê ya Îsraîlê da derket firokeyeke Hêzên Esmanî ya Îsraîlê dema li Baregeha Esmanî ya Ramonê ya li Çola Necefê firînên perwerdeyê dikir ket û di bûyerê da pîlotekî leşker mir û kesek jî giran birîndar bû.
Hat diyarkirin li baregeha leşkerî hemû firînên leşkerî hatin sekinandin û der barê bûyerê da lêpirsîn dan destpêkirin.
Wek mayîn artêşa Îsraîlê hê der barê bûyerê da daxuyanî nedaye.