Haydar Şahin
18 Tebax 2020•Rojanekirin: 19 Tebax 2020
Angela Merkela Serokwezîra Almanyayê û Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê bi têlefonê li ser rewşa li Belarûsê axivîn.
Steffen Seibertê Berdevkê Hikûmeta Almanyayê di daxuyaniya nivîskî da diyar kir ku herdu serokan li ser rewşa Belarûsê ya piştî hilbijartina serokomariyê ya 9ê tebaxê axivîn.
Seibert wiha got: "Şansolyeyê got ji bo kirîzê çareser bikin dibê hikûmet li dijî çalakvanên aştîxwaz tundiyê neke, girtiyên siyasî demildest berde û bi mixalefet û civakê ra diyaloga neteweyî dayne."
Di daxuyaniya Kremlînê ya li ser axaftinê da jî hat destnîşankirin ku hemû midaxeleyên ji derva yên ji bo karên navxweyî yê Belarûsê ew ê neyên qebûlkirin û hişyarî dan û gotin dibe ku krîz mezin bibe.
Wekî mayîn serokê YEyê û welatên endam ew ê sibê di lûtkeya derasayî ya bi vîdeokonferansê were lidarxistin da li ser geşedanên li Belarûsê biaxivin.
- Protestoyên li Belarûsê
Komisyona Hilbijartina Navendî ya Belarûsê diyar kiribû ku di hilbijartina serokomariyê ya 9ê tebaxê da Aleksandr Lukaşenko ji sedî 80,1ê rayan sitan hilbijartin qezenc kir, Svetlana Tikhanovskaya reqîba wî ya herî nêz jî ji sedî 10,12ê rayan stand.
Piştî eşkerekirina encama hilbijartinê li welêt protestoyan dest pê kiribû.
Vladîmîr Karanîkê Wezîrê Tenduristiyê yê Belarûsê di daxuyaniya xwe ya duh da diyar kiribû ku di protestoyên nav hefteyê da 2 kes mirin, 3yê wan rewşa wan giran 158 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin.
Olga Çemodanovaya Berdevka Wezareta Karên Navxweyî jî diyar kiribû ku piraniya kesên di protestoyan da hatibûn binçavkirin hatin berdan.