İbrahim Atmaca
18 Tebax 2020•Rojanekirin: 20 Tebax 2020
Li Sîwereka navçeya Şanliurfayê komek kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, ji bo ku li pêşa Qerecdaxê wêneya herî baş a bacanên sor ên qaxkirî bikşînin, xû dan.
Karkerên ku di baxçeyên bacanên sor ên li pêşên Qerecdaxê da dixebitin, ji aliyekê va peyê nanê xwe ketine û xû didin, ji aliyekê va jî modeltî kirin.
Kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, çûn pêşangeha ku bacanên sor serê sibê lê tên berhevkirin û qaxkirin û di binê 40 pile germê da xwestin ku wêneya herî baş a pêşangeha bacanên sor ên qaxkirî bikşînin.
Serokê Civata Hunerê ya Nîdayê Abdullah Hakan Lale daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku herêm ji bo merqadarên wêneyan studyoyeke pir xweş a siruştî ye.
Lale qala zehmetiya xebata li ber germê kir û wiha dewam kir, "Çi ji destê me hat, me kir û me xwest ku em wêneya herî baş a kedê bikşînin. Xebata li ber germê dijwar e, Xwedê qewetê bide karkerên ku li vê derê dixebitin. Wêneyên xweş derketin, bi taybetî me wêneya rastkirina bacanên sor ên qaxkirî kişand. Em hêvî dikin ku wêneyên me werin ecibandin."
Hanîfe Çalbayrama ku hewl da wêneya herî rind a pêşangeha bacanên sor bikşîne jî got ku ew bengiyê kişandina wêneyan e, kesên ku ji kişandina wêneyan hez dikin, wê bixwazin ku werin Qerecdaxê û wan wêneyên pir baş kişandin.