Abdullah Tel
24 Gulan 2018•Rojanekirin: 25 Gulan 2018
BEXDA
Lîderê Şiî Muqteda Sedrê ku di hilbijartina Iraqê da koalîsyona wî bû yekemîn diyar kir ku wî xebatên ji bo damezrandina hikûmetê temam kir û wê bi Elî Sîstaniyê merciyê Şiî yê Necefê ra jî bişêwire.
Sedrê ku bi rojan e li Bexdayê ji bo damezrandina hikûmetê hewl dide vegeriya Necefê.
Lîderê Şiî Sedr piştî ku gihîşt Necefê ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û ragihand ku xebatên damezrandina hikûmetê temam kir û wiha pê da çû: "Hikûmet wê ne şiî be, ne sûnî be, wê ne Kurd be, ne jî Ereb wê hikûmeteke ne nijadî be û ne jî mezhebî. Ewê hikûmeteke xwemalî û Iraqî be. Tevlî vê jî muxalefeteke siyasî, aştîxwaz û avakar jî wê hebe."
Di berdewamiya daxuyaniya xwe da Sedr got ku wê biberpirsên eşîran û Elî Sîstaniyê merciyê Şiî yê Necefê ra jî hevdîtinê bike û wiha dewam kir: "Paşê jî emê li benda wan komên siyasî yên xwedî nêrîna neteweyî ku wê ceza li kesên bêrêtî kirine bibirin û heqê hiqûqa heq bidin gel, bisekinin da ku bila hikûmetê ava bikin."
Di hilbijartina giştî ya ku 12ê gulanê li Iraqê hat kirin da koalîsyona Sedr piştgirê wê bû di hilbijartinê da bûbû yekemîn. Koalîsyona Saîrûnê ya Sedr di parlementoya Iraqê da ji 329 parlamenteran 54 parlamenter qezenc kiribû. Sedr ji ber ku yekemê hilbijartinê ye zane ku wê ji bo damezrandina hikûmetê bi komên siyasî yên din ra hevdîtinê bike û ji ber vê jî ji mala xwe ya Necefê hatibû û bi rojan bû ku li Bexdayê hevdîtinan dikir.
Sedr bi Hadî Amirî yê ku lîderê koalîsyona Fetîhê ya Îran piştgirê wê bû û di hilbijartinê da bi 47 parlementeran di rêza duyemîn da cih girt ra jî hevdîtin kir. Yek ji kesên ku Sedr bi wan ra hevdîtin kir jî Serokwezîr Heyder Îbadî yê lîderê Koalîsyona Nasirê ya di hilbijartinê da bi 42 parlamenteran di rêza sêyemîn da cih girt, bû.
Di peyamên xwe yên ku ji ser medyaya civakî parve dike da Sedr dibêje ku ew dixwaze "hikûmeteke hemû reng û dengên Iraqê tê da cih bigirin" ava bike.
Sedr bi rayedarên Kurd û sûnî ra jî hevdîtina kir û duh jî bi heyeteke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya ku lîderê wê Mesûd Barzanî ye ra hevdîtin kiribû.
Di civîna çapemeniyê ya ku Îbadî roja sêşemiyê lidarxist da jî got ku wî û Sedr li ser mijara damezrandina "hikûmeta teknokratê" ya ku hemû komên siyasî tevlî bûn da lihev kirine.