Abdullah Tel
04 Îlon 2018•Rojanekirin: 04 Îlon 2018
BEXDA
Parlementera Tirkmenên Iraqê Hatîce Elî Tirkmenê diyar kir ku ew ê bi koalîsyona meclisê ya herî mezin a ku li Iraqê ji bo damezrandina hikûmetê bê avakirin ra tifaqê bikin û di kabîneyê û warên din da kar bikin.
Tirkmenê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Em ê bi koalîsyona herî mezin a ku li meclisê ji bo damezrandina hikûmetê bê avakirin ra tifaqê bikin. Di kabîneya hikûmetê da û qadên din da wezîfeyê hildin û dixwazin ku xizmetê bibin ber gelê Tirkmen."
Tirkmenê bi bîr xist ku wan di meclisê da koma ji parlementerên Tirkmen ava kir û ji bo garantiya mafên siyasî yên Tirkmenan û mafên wan ên din beşdarî guftûgoyên bi Kurd, Şiî û Suniyan ra hat kirin bûn.
Di axaftina xwe da Tirkmenê got ku Kurd û Pêşmerge ji bo ji nû va vegerin Kerkûkê hewl didin û dixwazin nefta li bajêr hildin bin kontrola xwe û Tirkmen wê vê yekê qebûl nekin û wiha pê da çû: "Li Kerkûkê niha rewşa ewlehiyê gelekî baş e û teqîn filan tunene û bûyerên tundiyê naqewimin. Em dixwazin rewşa bajêr wisa dewam bike."