Sevim Hatun
05 Îlon 2016•Rojanekirin: 05 Îlon 2016
HELEB
Hat ragihandin ku di çarçoveya Herekata Mertalê Firatê ya ku hêzên koalîsyonê piştgiriyê didinê da, Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO) 14 gundên din xilas kirin.
Li gor daxuyaniya Serokatiya Sererkaniyê, ji bilî 6 gundên ku biroj hatin dorpêçkirin gundê Es Sûveydah, Mîntakat Carablûs, Haci Velî, Zîlfe, Al Baş, Kandûrah, Liyavah, El Kadi, Mîzab, Ez Zehra, Vardah, Tafli, El Vîra û Boranliyê jî ji aliyê OSOyê va hatin dorpêçkirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku xeta Azez-Cerablûsê gihîşt hev du, tevî gundên ku îro danê sibê hatin xilaskirin va hejmara gundên ku ji DAEŞê hatin xilaskirin gihîşt 20î.