29 Gulan 2016•Rojanekirin: 30 Gulan 2016
BALTIMORE
Bi hezaran misilmanên DYAyê di 41emîn civîna salane ya Civaka Îslamî ya Amerîkaya Bakur (ICNA) û Komeleya Misilmanên Amerîkayê (MAS) da hatin cem hev.
ICNAya ku li DYAyê mezintirîn û aktîftirîn yek ji rêxistinên civaka sivîl a misilmanan e, digel hevkariya MASê konferans li dar xist. Konferansa ku hersal tê lidarxistin, îsal di 28-30ê gulanê da li Navenda Kongreya Baltimoreê dest pê kir.
Konferansa navborî ku bûye kevneşopiyeke salan, xwedan reng e ku hemû misilmanên li welêt bi beşdariyeke berfireh lê amade dibin.
Alim, akademîsyen û kesayetên girîng ên ku di alema îslamê da navdar in wekî axêver hatin dawetkirin û herwisa li bendê ne ku bêtirî 20 hezar kesî konferansê ziyaret bike.
Temaya sereke ya konferansa îsal Qur'ana Kerîm e. Digel nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên misilmanên li welêt, xebatkarên Erebiya Qur'anê û tefsîra zimannasiyê yên weke avakarê Enstîtuya Beyyîneyê Nouman Ali Khan, mamostayê Zanîngehê Jamal Badawi, mele Suhaib Webb, mele Muhammad Macid ên ku li welêt navdar in beşdarî bernameya îsal bûn.
"Em divê bi awayê herî baş qala kitêba xwe ya pîroz bikin"
Serokê Heyeta Mutewelî ya MASê Nedim Siddiqi diyar kir ku armanca wan ew e ku Qur'ana Kerîm seba tevahiya civakê û yek bi yek hemû ferdên civakê kêrhatî be.
AAyê stant vekir
Nêzîkî 400 fîrmayî li qada fûarê stantên xwe danîn. Ajansa Anadoluyê (AA) jî li fûarê berhemên xwe dide nasandin. Kesên ku stantê ziyaret dikin, der barê pakêtên nûçe û dîmenên tora kurewî ya AAyê da tên agahdarkirin. Herwisa ji van kesan ra digel weşanên AAyê, qala dezgehê bixwe jî dikin.
ICNA seba ku saziyên civaka sivîl ên misilman ên li parzemîna Amerîkaya Bakur bîne cem hevdu, di sala 1971an da hat avakirin.
MAS jî di sala 1993yan da bi armanca civandina misilmanên DYAyê û pêkanîna fealiyetên çandî va hat damezirandin û îro li DYAyê bêtirî 50 ofîsên wê hene.