26 Sibat 2016•Rojanekirin: 27 Sibat 2016
HELEB
Hat ragihandin ku yekîneyên girêdayî Tevgera Nûreddîn el Zengî yê mixalifên sûriyeyî li Helebê PYDya rêxistina terorê û eskerên rejimê paş xistin, 75 kesên ku di nav wan de milîsên Efxanistan û Îranê jî hene hatin kuştin.
Ji Tevgera Nûreddîn Zengî daxuyaniyeke nivîskî hat dayîn û hat diyarkirin hêzên Esed û hêzên PYDyê operasyoneke hevpar birin ser gundê Şêx Akîlê ku dikeve bakurê Helebê ya di bin kontrola mixalifan de.
Bi piştgiriya balafirên şer ên ûris PYD û hêzên rejimê êrîşî gundê Şêx Akîl kirin û di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev hêz hatin pijiqandin û dan zanîn ku 75 eskerên ku di nav wan de milîsên Efxanistan, Hîzbûllah û Îranê jî hebûn hatin kuştin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku li hawirdora gund du wesayîtên eskerî û tankeke T72 hatin îmhakirin û agahiya di pevçûnên navborî de milîsekî efxanistanî hêsîr hat girtin û pevçûnên li herêmê berdewam dikin, hat parvekirin.