ÎSTANBUL - ÎZZET TAŞKIRAN
Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim hat Tirkiyeyê û hin hevdîtin pêk anî û diyar kir ku li Sûriyê mijarekî wekî xweseriyê tuneye û got ku rejîm û hemû sazûmana Sûriyê dê biguhere. Di sazumana nû de divê teqez kurd bibin xwedî statûyekê. Heya çareseriyeke siyasî bê dîtin divê hin verastkirinên berwext bên kirin. Em li ser vê yekê difikirin. Fikra me ew e ku konseyeke berwext ya ku ji 40 an 50 kesî belkê jî 100 kesî pêk tê bê avakirin. Ev konsey dê ji kurd, tirkmen, asurî û ereban pêk bê. Ewna dê birêvebiriya berwext di navbera xwe de hilbijêrin.
Mûslim daxuyaniyek da nûçegîhanê AAyê û dest nîşan kir ku Tirkiye welatekî mezin e. Mûslim got ku em dostê Tirkiyeyê ne û gelekî girîngiyê didin têkiliyên xwe. Rola Tirkiyeyê ya di rojhilata navîn de zehf girîng e. Hûn hemû dişopînin. Dijwarî hene. Rojê bi sedan kes dimirin. Ji ber van yekana normal e ku Tirkiye bi Sûriyê re evqas eleqedar bibe. Li rojavayê piranî kurd dijîn. Em jî wek gelê rojavayê tu carî ji Tirkiyeyê dûr nesekînin û her dem nêzî Tirkiyeyê bûn.
Mûslim diyar kir ku ji ber van sedeman bi bawer in ku hewce dike ku bi Tirkiyê re hevdîtinên rû bi rû pêk binîn. Mûslim got ku li Tirkiyeyê bi rayedarên Tirkiyeyê re hatin bal hev û diyar kir ku berê jî bi rayedarên Tirkiyeyê re hevdîtin pêk anîbûn.
Mûslim bi bîr xist ku vê carê jî ji bo hevdîtinan hat Stenbolê û got ewil Wezareta Karên Derve û rayedarên payebilind em qebûl kirin. Em li ser mijarên cur bi cur axivîn. Jixwe berê jî em nêzî hev bûn. Hin daxuyaniyên erênî yên Birêz Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu çêbibûn. Ez daxuyaniya wî ya duh dibêjim. El Nusra li hember me şerekî dimeşîne. Ev zehf girîng e. Tabî em der barê vê mijarî de bi Tirkiyeyê re jî axivîn.
Mûslim der barê fikra avakirina birêvebireyeke sivîl ya li Sûriyê de hin agahî dan û got, ev mijar li Tirkiyeyê bûye sedema xelet fêmkirinê. Mûslim got ku ji ber ku bikarin hin xizmetên kamuyê yên ku ji ber şer nayên kirin, bidin meşandin ji bo birêvebiriyeke sivîl dixebitin.
Mûslim bal kişand ku nêrînên wan yên berê ji fikra hevkariya bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyê dûr nebû û got ku berê jî têkiliya wan bi koalîsyona rê hebû. Tirkiye dixwaza ku em van têkiliyan bidomînin. Heke şert û mercê erênî çêbin, em jî dixwazên vê têkiliyê bidomînin taybetî piştî ku Ahmet Jarba hat li ser kar dibe ku hin hewldanên me ji bo vê yekê çêbin.
Mûslim li ser pirsa dahatûya Sûriyê got ku Sûrî di nav rewşeke wek avzêlê de ye. Destekî her kesî li vir heye. Em hewl didin ku ji bo kurdên rojavayê her cure hewcedariyên gel bi cî bînin. Ev yek ne tenê ji bo kurdan e, ji bo hemû neteweyên li wir e. Me heta niha karî xwe biparêzin. Heke em ji niha paş jî bikarin xwe biparizên her bijî ji me re.
Mûslim bersiva pirsa "We berê jî mijara xweserî û makezagona berwext anîbû rojevê. Hûn di van mijaran de hêj heman tiştî difikirin" de got ku dê li Sûriyê statû biguherin. Divê teqez statûya kurdan jî biguhere. Lê belê mijara me verastkirineke ji bo heya bên wê merhaleyê ye. Di vê heyamê de divê teqez em karê xwe bi rê ve bibin. Birêvebiriya berwext ji bo vê heyama berwext e. Amadekirina desturê filan tuneye, tenê hin rêzikên paratîk hewce dikin. Heya çareseriyeke siyasî bê dîtin divê hin verastkirinên berwext bên kirin. Em li ser vê yekê difikirin û heya niha me tu tiştê li ser tu kesî ferz nekiriye. Tu biryar nehatiye dayîn. Fikra me ew e ku konseyeke ji 40 an 50 belkê jî ji100 kesî pêk bînin. Dê ev ji hemû neteweyên rojavayê pêk bê. Dê ev jî birêvebiriya berwext di navbera xwe de hilbijêrin.
Mûslim got ku li dijî Esed in û dixwazin ku birêvebiriya Esed hilweşe û îdiayên ku dibêjin hêzên PYDyê terefdarê Esed in, derew derxist. Mûslim îdia kir ku bi Esed re hevkariyê nakin û got ku di serî de polîtîkaya me çi be, em li gor wê polîtîkayê tevdigerin. Em li dijî Esed in û dixwazin ku birêvebiriya wî hilweşe. Lê ji ber ku em li gor hin aliyan tevnagerin ev yek xweşa wan naçe. Ji ber vê yekê îdiayên ku dibêjin "alîgirên rejîmê ne" derew in. Em parçeyek muxalefetê ne. Em jî avakarên Komîteya Kordînasyona Neteweyî ya Sûriyê ne. Gumanên der barê PYDê de ne li cî de ne.
Mûslim der barê xweşaxaftina xwe ya tirkî de jî wiha got, ez li Tirkiyeyê ji Zanîngeha Îstanbul Teknîkê mezûn bûme û li zanîngehê hînî tirkî bûme. Mûslim got ku min berê zanîngehê tirkî nedizanî.