17 Adar 2017•Rojanekirin: 21 Adar 2017
SANSKİ MOST
Mizgefata tarîxî ya Hamza Bey ya li Sanskî Mosta bajarê dikeve aliyê bakurê rojavayê Bosna Hersekê, tekane mizgefta bi çar minare ya li welêt e û bi çîroka wê însan metel dibin.
Mizgefta di sala 1557an de ji aliyê Begê serdemê Hamza Beg ve hatiye çêkirin, piştî şehîdketina du birayên di şerê dawîn ê li Bosnayê de ji bo bîranînê du minare lê tên zêdekirin, mizgeft bi vî awayî dibe yek ji avahiyên herî balkêş ên li welêt
Melayê Sanskî Mostê Husein Kovacevîcê der barê camiyê de agahî dan peyamnêrê AAyê û got: "Ev du minarêyên ku paşê hatine çêkirin ji bo zilm û jana wextê şer hatiye kişandin neyên jibîrkirin, bûne sembolên giring."
Kovacevîc diyar kir ku camî li Yekîtiya Îslamî Bosna Hersek xwedî cihekî giring e û di tarîxa xwe ya 500 salî de du caran xera bûye û hatiye avakirin.