17 Adar 2017•Rojanekirin: 18 Adar 2017
ANKARA
Mevlut Çavuşogluyê Wezîrê Karên Derva ragihand Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê wê di 30yê adarê da bê Tirkiyeyê.
Çavuşoglu li Haberturkê beşdarî bernameyekê bû û der barê rojevê da xeberda.
Mevlut Çavuşoglu li ser pirsa "di demeke nêz da ji DYAyê bona Tirkiyeyê wê serdana rayedaran çêbe yan na" destnîşan kir Rex Tillersonê Wezîrê Karên Derva yê DYAyê dixwaze di 30yê adarê da bê Tirkiyeyê.
Çavuşoglu diyar kir ji bo vê amade ne û wiha got: "Min got em dixwazin mazûvaniya wî bikin. Me agahî da Birêz Serokomar jî. Heger problem derneke wê bi Serokomar ra jî bê bal hev. Me agahî da Birêz Serokwezîr jî. Heger problem çênebe wê Tillerson di 30yê adarê da bê Tirkiyeyê."
Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir heger rewşeke derasayî çênebe wê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Donald Trumpê Serokê DYAyê piştî referandumê bicivin.