Önder Beyter
07 Adar 2018•Rojanekirin: 08 Adar 2018
HAKKARÎ
Li Hekariyê heywandar mîna çavê xwe miqatî berxên ku "mizgîniya biharê" ne, dibin û herwiha bi bîberonê şîr didin wan.
Li gundan her sal di nîvê meha sibatê da serî dikeve pêz. Piştî ku serî dikeve pez, şixul û tatêla heywandaran jî zêde dibe.
Li Hekariyê heywandarên ku ji ber şert û mercên dijwar ên zivistanê pir zehmetiyê dikişînin, piştî ku serî ket pêz, ketin nava tatêleke cuda.
Yeni doğan kuzuları soğuk havadan ve hastalıktan korumak için çaba gösteren yetiştiriciler, ahırda ayrı hazırladıkları bölümde kuzularını besliyor.
Heywandaran herwiha ji bo berxan bir dan gomên pez û di hundirê kozê da alif didin berxan.
Dîsa heywandar, berxên ku têr naxwin, bi bîberonê şîrê mîhên din an jî şîrê çêlekan didin wan da ku ji birçîna hişk nebin.
- Em mîna çavê xwe li berxan dinihêrin"
Heywandar Arafat Çîftçî yê xelkê gundê Bay ê girêdayî navendê, diyar kir ku pişî serî ket pez, şixulê wan zêdetir bû.
Çîftçî bal kişand ku li gund ew debara xwe bi pez dikin û wiha pê da çû:
"Li gund hin mal 20-30 pezê wan heye, yê hinekan jî pir e. Ji ber ku li gundê çiyayî debar kêm e, em bi zehmetî pez xwedî dikin. Di meha sibatê da serî ket pêz. Em jî serê sibê zû radibin û dest bi xebatê dikin. Em diwestin lêbelê em jî hewl didin ku bi berxan va westa xwe hildin. Şîrê hin mîhan kêm e û ji ber hindê em mîna çavê xwe li berxên wan dinihêrin."
Alaatîn Çîftçî jî got ku her çiqas zor be jî, lêbelê jiyana li gundan xweş e.