Haydar Şahin
30 Mijdar 2019•Rojanekirin: 03 Berfanbar 2019
Hat ragihandin ku êrîşkarê li Londrayê 2 kes bi kêrkirinê kuştibû ji ber sûcê terorê di girtîgehê da maye û par hatiye berdan.
Neil Basuyê Alîkarê Midûrê Teşkîlata Polêsan a Londrayê di daxuyaniya xwe da diyar kir ku vê gavê ji ber êrîşê li kesekî din nagerin.
Basu diyar kir ku êrîşkar Usman Khanê 28 salî ye û wiha got: "Ev kesê ku di sala 2012an da ji ber sûcê terorê hatibû mehkûmkirin ji hêla rayedaran va dihat zanîn. Di berfanbara 2018an da bi şert hatibû texliyekirin."
Basu destnîşan kir ku di êrîşê da jinek û mêrek hatin kuştin, 2 jin û mêrek jî birîndar bûn. Basu got ku êrîşê li pêşiya avahiya Fishmongers Hallê ya ku lê konferansa rehabilitasyona mehkûman dihat dayîn dest pê kir û li ser Pireya Londrayê dewam kir û êrîşkar li vê derê hat kuştin.
Basu got ku tevdîrên ewlehiyê yên li dewsa bûyerê ew ê qasî demekê dewam bikin û ji welatiyan xwest ku bira ji herêmê dûr bisekinin.
Wekî mayîn di medyaya civakî da hat diyarkirin ku êrîşkar ji ber êrîşa dijî Borseya Qîmetên Menqul a Londrayê ya sibata 2012an avêtine girtîgehê û bi şert hatiye berdan û kelepçeya elektronîk avêtinê ku teqîb bikin.