Haydar Şahin
30 Mijdar 2019•Rojanekirin: 01 Berfanbar 2019
Li Iraqê Heşdî Şebiya wekî nêzî Îranê tê zanîn diyar kir ku alîkariyê nadin tepiskirina çalakiyên li dijî hikûmetê yên 2 meh e li welêt dewam dikin.
Heyeta Heşdî Şebiyê der barê îdiayên dibêjin ku di midaxeleya tund a li ser çalakiyên li wîlayetên Necef û Zîqarê da hêzên wan wezîfe kirine da daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku hêzên milîs wekî ku di pîlana çalakiyê ya ji bo parastina çalakvanên li meydanan hat amadekirin da cî negirtin bi heman awayî di midaxeleya çalakiyan a tund da jî cî negirtin.
Di protestoyên ji 27ê mijdarê vir da li Zîqar û Necefa bajarên serjimara wan herî zêde ji Şiiyan pêk tê dewam dikin da bi dehan çalakvan hatin kuştin.
Ji ber ku hejmara çalakvanên hatin kuştin zêde dibe, bûyerên tundiyê mezin dibin û herî dawîn jî Elî Sîstaniyê merciyê dînî yê Iraqê ji bo hilbijartinê bang kir Adil Ebdilmehdiyê Serokwezîrê Iraqê do diyar kir ku ew ê îstifa bike.
- Çalakiyên li Iraqê
Li Iraqê ji ber bêkarî, gendelî û kêmasiya xizmetên dewletê di 1ê cotmehê da protestoyan dest pê kiribû û heta niha di protestoyan da ji 350yî zêdetir meriv hatin kuştin, ji 15 hezarî zêdetir kes birîndar bûn.
Di serî da li Bexdaya paytext û li bajarên navîn û başûr xwepêşandan dewam dikin, di çalakiyan da li dijî nifûza Îranê ya li welêt jî bertek tên nîşandan.