Şerife Çetin
04 Adar 2026•Rojanekirin: 04 Adar 2026
Allîson Harta Berdevka NATOyê got ku "Em êrîşa Îranê ya dijî Tirkiyê şermezar dikin." û Tirkiye jî di nav da NATO bi biryardarî li ba hemû mitefîqûn xwe cî digire.
Hartê der barê mijarê da daxuyaniya nivîskî da nûçegihanê AAyê.
Hartê destnîşan kir ku NATO di heyameke ku Îran bêyî tu ferqê bike êrîşên xwe didomîne da Tirkiye jî di nav da NATO bi biryardarî li ba hemû mitefîqûn xwe cî digire û got ku "Parastina asîmanî û fuzeyê jî di nav da texilkeriay me ya di hemû qadan da û helwesta me ya parastinê xurt e."
Hartê got ku "Em êrîşa Îranê ya dijî Tirkiyê şermezar dikin."
Wezareta Parastinê ya Neteweyî ragihandibû ku muhimateke balîstîk ya ji Îranê hat agirkirin û berê xwe da qada asîmanî ya Tirk, ji hêla yekîneyên parastina asîmanî û moşekî ya NATOyê ya li Rojhilatê Behra Sipî hat berterefkirin.

- Fîdan di mijara muhîmata balîstîk a ku ket qada esmanî ya Tirkiyeyê da berteka Tirkiyeyê ji hevkarê xwe yê Îranî Eraqçî ra ragihand
Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan bi Wezîrê Karên Derva yê Îranê Ebbas Eraqçî ra bi têlefonê axivî. Ji ber ku li gor tesbîtê muhîmateke balîstîk a ku ji Îranê hat agirkirin, ber bi qada esmanî ya Tirkiyeyê va hat û paşê hat berterefkirin, Fîdan berteka Tirkiyeyê ji Eraqçiyê hevkarê xwe ra ragihand û jê ra got ku divê meriv ji her cure gavên ku wê bibin sedema belabûna pevçûnan, bireve.
Li gor agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Derva hat hildan, Fîdan bi Eraqçî ra bi têlefonê axivî.
Ji ber ku muhîmateke balîstîk a ku ji Îranê hat agirkirin û li gor tesbîtê ber bi sehaya esmanî ya Tirkiyeyê va hat û paşê hat berterefkirin, Fîdan berteka Tirkiyeyê ji Eraqçiyê hevkarê xwe ra ragihand û jê ra got ku divê meriv ji her cure gavên ku wê bibin sedema belabûna pevçûnan, bireve.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihandibû ku li gor tesbîtê muhîmateke balîstîk a ku ji Îranê hat agirkirin, ber bi sehaya esmanî ya Tirkiyeyê va hat û bi destê unsûrên parastina esmanî û moşekan a NATOya li Rojhilata Behra Spî hat berterefkirin.
- Wezareta Karên Derve ji bo ragihandina berteka Tirkiyê, gazî Balyozê Îranê yê li Enqereyê kir
Derbarê mûşekên balîstîk ên ku ji Îranê hatine avêtin û ber bi qada asîmanî ya Tirkiyeyê va hatin, balyozê Îranê yê li Enqereyê Mihemed Hesen Hebibullahzade ji Wezareta Karên Derve ra hat gazîkirin û berteka Tirkiyeyê jî ji wî ra hat ragihandin.
Li gorî çavkaniyên dîplomatîk, Hebîbullahzade gazî wezaretê hatiye kirin, bertek û nîgeraniya Tirkiyê ya li hember bûyerê pê hatiye ragihandin.
Wezareta Parastina Neteweyî ragihandibû ku mûşekeke balîstîk a ku ji Îranê hat avêtin, ber bi qada asîmanî ya Tirkiyeyê ve hat û ji aliyê yekîneyên parastina asîmanî û mûşekan a NATOyê yên li Rojhilatê Deryaya Spî bi cih bûne va hat berterefkirin.