Şenhan Bolelli
04 Adar 2026•Rojanekirin: 05 Adar 2026
Ji ber Îspanyayê destûr neda ku ji bo êrîşên dijî Îranê du baregehên wan ên eskerî werin bikaranîn, Serokê Amerîkayê Donald Trump Îspanya rexne kir. Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez bersiva "Ji şer ra na." da Trump.
Sanchez li Moncloaya avahiya Serokwezîriyê ya li paytext Madrîdê bêyî çapemeniyê û bêyî ku pirs jê werin pirsîn, daxuyanî da raya giştî.
Sanchez nêzî 15 deqîqeyan axivî û rasterast qala Serokê Ammerîkayê Trump nekir û wiha got, "Pozîsyona Îspanyayê eşkere ye. Bi Ukrayna û Xezeyê ra eynî ye. Ji binpêkirina hiqûqa navneteweyî ra na. Pirsgirêkên li dinyayê tenê bi avêtina bombeyan va nayên çareserkirin. Divê şaşiyên berê neyên dubarekirin. Esasê pozîsyona me, ji şer ra na."
Sanchez diyar kir, piştî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên dijî Îranê kes nizane bê ka dinya bi kîjan alî va diçe û wiha got, "êrîşkar jî nizanin bê ka ew çi dixwazin".
Pedro Sanchez got, "dibe ku şer dirêj bibe, bipeke herêmê û welatên din, dibe ku encamên wê yên aboriya kurewî hebin".
Sanchez diyar kir, divê were pirsîn bê ka êrîşên dijî Îranê wê bi xwe ra îstiqrarê bîne yan bêîstiqrariyê bîne û wiha dewam kir kir, "Mehane wê zêde nebin an jî pirsgirêkên hawirdorê wê çareser nebin. Bihayê neft û xazê wê zêde bibe. Wekî siyasetmedar em ji bo çareserkirina pirsgirêkên merivan li vê derê ne, ne ji bo ku xerabtir bikin li vê derê ne. Em ne ji bo tijîkirina bêrîka hinekan an jî tijîkirina bêrîka heman kesan li vir in."