13 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
BRUKSEL
NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) li Orlandoya bajarê Amerîkayê êrîşa ku li dijî klûbeka şevê hatibû kirin şermezar kir û daxuyaniya piştevaniyê dan.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg daxuyaniyek nivîskî da û got ew êrîşa terorê ya ku li Orlandoyê qewimî bi tundî şermezar dikin.
Nûnerê Bilindê Polîtikayên Ewlehiyê û Karên Derveyî yê NEyê Federica Mogherini daxuyand ku kuştina mirovan ji ber tercîha cinsî an jî ji ber baweriyê, trajediyek mezin e.
Mogherinî wiha axivî: "Ji ber van êrîşan em li pişt gelê Amerîkayê, bi taybetî jî digel LGBTyiyan in."