Sevim Hatun
12 Hezîran 2016•Rojanekirin: 13 Hezîran 2016
WASHINGTON
Hat ragihandin ku li Orlandoya bajarê eyaleta Florîdayê ya Amerîkayê li dijî klûbeka şevê êriş hat lidarxistin û di êrîşê de herî kêm 50 kes hatin kuştin û 53 kes jî birîndar bûn.
Şaredarê Orlandoyê Bûddy Dyer bi amirên hêzên ewlehiyê yên herêmê ra civîna çapemeniyê li dar xist û di çapemeniyê da diyar kir ku hejmara kesên di êrîşa ser Pulse Clubê da mirin derket 50yî.
Dyer got "53 kesên di bûyerê da birîndar bûn rakirin nexweşxaneyê."
Dyer got ku êrîşkarê ku ji aliyê Yekeya Çekên Taybet û Taktîkan (SWAT) va li cihê bûyerê hat kuştin, Omer Metînê 29 salî yê ji bajarê Fort Pîerceyê ye.
Midûrê Ewlehiyê yê Orlandoyê John Mîna di civîna çapemeniyê de got "çalakî pir baş hatiye organîzekirin" û diyar kir ku Biroya Lêkolînê ya Federal a DYAyê (FBI) derbarê bûyerê da lêkolîn da destpêkirin.
Midûrê Ewlehiyê yê Orlandoyê John Mîna di civîna çapemeniyê de got ku di klûbeke şevê de kesekî çekdar di saet 02.02an de hin kes rehîn hildaye û saet derdora 05.00an da jî tîmên SWATê operasyon daye destpêkirin.