Elif Orhan
27 Sibat 2018•Rojanekirin: 28 Sibat 2018
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî got ku dê nefta Kerkûkê ji nû ve j ser Tirkiyeyê bê îxrackirin.
Ebadî di civîna çapemeniyê ya ku li paytext Bexdayê li dsr xist de bersiva pirsa der barê îxrackirina nefta Kerkûkê de da û diyar kir ku ji bo ku nefta navborî ji nû ve ji ser bendera Ceyhanê bê îxrackirin bi Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) re peymana wan heye û got ku "Em bi HKIyê re li hev dikin ku nelihevkirinên di navbera me de jî siberoj çareser bikin."
Serokwezîr Ebadî got ku der barê mijarê de hevdîtinên bi Tirkiye û HKIyê re dewam dikin.