Dinya

Netanyahu bersiv da tehdîda Îranê

Piştî êrîşa ser baregeha hewayê ya T-4 a li Humsa bajarê Sûriyeyê, rayedarekî ji Îranê gotibû "Ev êrîşa ew ê bê bersiv nemîne" li ser vê gotinê Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê jî got, "Biryardarbûna Îsraîlê neceribînin."

Haydar Şahin  | 12.04.2018 - Rojanekırın : 12.04.2018
Netanyahu bersiv da tehdîda Îranê

Quds

QUDIS

Hefteya borî êrîş biribûn ser baregeha hewayê ya T-4 a li Humsa bajarê Sûriyeyê, Rûsya û Sûriyeyê wekî berpisyarê êrîşê Îsraîl nîşan dabûn û rêvebirekê ji Îranê jî gotibû "Ev êrîşa ew ê bê bersiv nemîne" li ser vê gotinê Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê jî got, "Biryardarbûna Îsraîlê neceribînin."

Netanyahuyê Serokwezîr di merasima bîranîna Cihûyên di Şerê Cîhanê yê 2yan da hatibûn kuştin a li Qudsa Rojavayê da axivî û Îran tehdîd kir.

Li gor daxuyaniya Serokwezîriya Îsraîlê, Netanyahu qala Cihûyên di salên 1939-1945an da hatin kuştin kir û got, "Em bi kurtasî di 3 xalan da qala siyaseta Îsraîlê bikin: Li dijî êrîşê hicûm, parastin û ji bo poşmankirinê êrîş bikin ku tehdîdên li dijî Îsraîlê ji holê rakin."

Netanyahu îdia kir ku Îran hem ji bo Îsraîlê hem jî ji bo dinyayê tehdîd e û wiha axivî: "Ji rayedarên Îranê ra peyameke min heye: Biryardarbûna Îsraîlê neceribînin."

Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê jî duh êvarê bi têlefonê bi Netanyahu ra axivî bû û jê ra gotibû bira ji gavên ku Sûriyeyê bêîstiqrar dikin dûr bisekinin.

Rojnameya Jerusalem Postê jî duh diyar kiribû ku rayedarên Îsraîlê yên navên wan nehatin eşkerekirin gotin ku "Heke Îran erdê Sûriyeyê bi kar bîne û ji wir ra êrîşî Îsraîlê bike rejima Esed ew ê berdêla êrîşê bide."

Di xeberê da rayedaran gotibûn ji Îranê ra tawsiye nakin ku êrîşî Îsraîlê bike û wiha axivîbûn: "Heke Îran erdê Sûriyeyê bi kar bîne û ji wir ra êrîşî Îsraîlê bike em ê rejima Esed ji nexşeyê û dinyayê paqij bikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.