Nihat Kavşut
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 16 Berfanbar 2017
QUDIS
Binyamîn Netanyahuyê Serokwezîrê Îsraîlê di lêpirsîna gendeliyê da cara 7an îfade da polêsan.
Li gor nûçeyên di çapemeniya herêmî da derketin Netanyahu êvarê li ofîsa xwe ya li Qudsê îfade da polêsan.
Netanyahu meha borî jî îfade dabû polêsan. Sara Netanyahuya jina Binyamîn Netanyahu jî di lêpirsîna gendeliyê da îfade dabû polêsan.
Di lêpirsîna der heqê Netanyahu da îdiayên "diyariyên biha daye karsazan, bi patronekî medyayê ra ji bona der heqê wî da nûçeyên baş çêkin bazarî kiriye û ji Almanyayê di kirîna keştiyênbinavê da gendelî kiriye" hene.
Binyamin Netanyahuyê îdiayan red dike û dibêje hin saziyên medyayê dixwazin "hikûmeta Partiya Likudê ku serkêşiya wê dike ji holê rakin."
Li gor agahiyan heger bê piştrastkirin Netanyahu tevlî gendeliyê bûye ji mecbûrî wê îstifa bike.