Haydar Şahin
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
QUDIS
Polêsên Îsraîlê ji bo ku pêşî li çalakiyan bibire bariyerên hesin danî pêşiya Deriyê Şamê ya Bajarê Kewn a li Qudsa Rojhilatê.
Destûrê didin welatiyên Filistînê ku ji korîdora di navbera hesinan da dimîne ra derbasî Mescida Eqsayê bibin. Tê dîtin ku gelek polêsên Îsraîlê jî li der û dora Qudsê bi cî bûne.
Micky Rosenfeldê Berdevkê Polêsên Îsraîlê di daxuyaniya xwe da got, "Polêsan li der û dora bajarê Kevn tevdîrên ewlehiyê girtin û di çalakiyên ku werin lidarxistin da heke hewce bike ew ê midaxele bikin."
Piştî ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê Quds wekî "paytextê Îsraîlê" nas kir ev îna duduyan e, li bendê ne ku li Şerîeya Rojavayê û Qudsa Rojhilatê yên dagirkirî, Xezeya di dorpêçê da û bajarên ereban ên li dorberê Îsraîlê piştî nimêja înê çalakî bên lidarxistin.
Piştî biryara Trump hêzên Îsraîlê bi xaza rondikrêj, bombeya deng û fîşengên pîlastîk û rastî va midaxeleyî çalakiyên protestoyê dike.
- Li Qudsa dagirkirî 50 sal
Îsraîla ku di 5ê hezîrana 1967an da Qudsa Rojhilatê dagir kir di sala 1980yî da jî yek alî rojhilat û rojavayê Qudsê wek "paytextê yekbûyî" îlan kir.
Konseya ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) jî di sala 1980yî da bi biryara 478an va îlhaq û dagirkeriya Îsraîlê bêqanûnî îlan kir.
Di çarçoveya biryara KENYyê ya ku Amerîka û hemû civaka navnetewî qebûl dike tê qebûlkirin ku Qudsa Rojhilatê dagirkirî ye. Balyozxaneya hemû welatên ku reveberiya Îsraîlê nas dikin li Tel Avîvê ne. Tu welatek Qudsê wek paytext nas nake.
Bi hemleya Trump va Amerîka bû welatê ewil ê ku Qudsê wekî "paytextê Îsraîlê nas dike".