Nihat Kavşut
15 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 19 Berfanbar 2017
ANKARA
Komeleya Mehkûmên Filistînî destnîşan kir ji 6ê kanûnê vir va ku Donald Trumpê Serokê Amerîkayê Qudsê wek paytextê Îsraîlê pênase kir û telîmat da Balyozxaneya Amerîkayê bibin Qudsê qederê 100 zarokên filistînî bi destê hêzên Îsraîlê hatine binçavkirin.
Piştî ku Fewzî el-Cuneydiyê 16 salî yê bi destê eskerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava di çalakiyên protestoyê da çavgirtî hat binçavkirin û bû sembola berxwedana Qudsê binçavkirina zarokên filistînî di rojeva dinyayê da cî girt.
- "Eskerên Îsraîlê zarokan binçav dikin"
Rêxistinên mafên mirovan destnîşan dikin ku Îsraîl zarokên filistînî binçav dike.
Qadura Farisê Serokê Komeleya Mehkûmên Filistînî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha got: "Hêzên Îsraîlê zarokan binçav dikin. Lewra li gor hiqûqa navneteweyî kesên ji 18 salî biçûktir zarok in."
Faris diyar kir di 20 salên dawîn da hêzên Îsraîlê hin zarokên ji 7 salî biçûktir jî binçav kirin û wiha got: "Ev peymanên navneteweyî binpê dike û dijî peymanên mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî ye. Zarokên me her roj ji ber dagirkeriya Îsraîlê tên îstismarkirin. Divê dinya li hember vê derkeve."
Li gor Komeleya Mehkûmên Filistînî qederê 100 zarokên filistînî bi destê hêzên Îsraîlê hatine binçavkirin.