Lîsteya rêxistinên terorê ku PKK jî tê de cih digre bi yek dengiya 28 welatan hatiye amade kirin. Piştî pêvajoya çareseriyê û têkiliyên di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê de tê pirsîn gelo dibe ku PKK ji vê lîsteyê bê derxistin. Di vê mijarê de Kordînatorê Têkoşîna bi Terorê re yê Yekîtiya Ewropayê Gîlles De Kerchove destnîşan kir ku di demeke kurt de ne pêkan e ku PKK ji vê lîsteya terorê bê derxistin. De Kerchove diyar kir niha mijareke wisa di rojeva YEyê de tuneye.
Kordînatorê Têkoşîna bi Terorê re yê Yekîtiya Ewropayê Gîlles De Kerchove der heq pêvajoya çareseriyê, têkiliyên di navbera Tirkiye û YEyê de daxuyanî da AAyê. De Kerchove ji ber ku PKK di lîsteya terorê de ye got: "PKK ji bo ku ji lîsteyê bê derxistin lazim e ku welatên endam biryarê bidin. Lê niha tiştekî wisa di rojeva me de tuneye. Di demeke kurt de ne pêkan e ku PKK ji wê lîsteyê bê derxistin. Rêxistineke terorê çawa ku li gor hin krîteran di vê lîsteya YEyê de cih digre, ji bo ku ji lîsteyê bê derxistin jî hin krîter hene. Heke di pêvajoya çareseriyê de û li gor pakêtê her tişt baş bimeşe wê demê dibe ku ji lîsteyê derxistina PKKyê bê rojeva me."
De Kerchove li ser sedema ku PKK ketiye wê lîsteyê jî sekinî û wiha got: "Lazim e PKK dev ji şidetê berde, rê û rêbazên xwe biguherîne. Dema ku PKK bi rêyên demokratîk dest bi guftûgoyan bike em li gor hiqûqê mecbûr in ku wê ji lîsteya terorê derxin. Dîwana Edaletê di vê mijarê de pir hesas e. Dema qala ji lîsteyê derxistina PKKyê bê kirin em ê fikra Tirkiyeyê jî bipirsin."