Hat ragihandin ku li Sûriyeyê hêzên Esed di seranserê cejna qurbanê de jî operasyon li dar xistine û di van operasyonan de jî 243 mirine.
Li gor daxuyaniya ku ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ve (SNHR) hat dayîn, hêzên rejîmê di 4 rojên cejnê de jî êrîş birin ser herêmên ku muxalif lê ne. Di operasyonan de jê 35 zarok, 19 jin bi tevahî 243 kes hatine kuştin.
Hat diyarkirin ku di operasyonan de bi dehan xanî hilweşiyane û di gelek xaniyan de jî xisar çêbûye.