KERKÛK
Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê (ETI) û Parlementerê Kerkûkê Erşed Salihî diyar kir ku ew li dijî îdiaya ku tê gotin Kerkûk bajarê kurdane ne û wiha pê de çû: "Dibe ku niha pêşmerge Kerkûkê diparêzin lê ew nayê wê maneyê ku Kerkûk bajarê kurdan e. Ji bo Kerkûkê bi tenê pêşmerge şer nakin. Tirkmen jî li Kerkûkê li dijî DÎŞIyê diparêzin."
Salihî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku niha ew niqaşa ku Kerkûk bajarê, ereb, tirk û yan jî kurdan e bê maneye û wiha got: "Daxuyaniyên ku dibêjin 'Kerkûk bajarê kê ye?' niha bê mane ne. Ji ber ku pêşmerge Kerkûkê diparêze meriv rabe û bibêje 'kerkûk bajarê kurdan e' ne raste. Bi heman awayî ereb jî Kerkûkê diparêzin meriv nikare bibêje ku 'Kerkûk bajarê ereban e' heke wisa be emê jî derkevin û bibêjin ku Kerkûk bajarê tirkmenan e."
Salihî got ku li Kerkukê bi tenê pêşmerge şer nakin û wiha dewam kir: "Şervanên tirkmen jî Kerkûkê li hemberî DÎŞIyê diparêzin. Di nav Hêzên Gel ên ku li Tezexûrmetû û derdora wê diparêzin de şervanên tirkmenan jî hene."
Parlamanterê Kerkukê ragihand ku ji bo çek li tirkmenan bên balevkirin hewl didin û wiha got: "Çawa ku hêzên pêşmergeyan çek û mehaniya xwe ji hikûmeta navendî ya Iraqê heldidin bila şervanên tirkmenan jî heldin. Ji bo awayekî qanûnî lazime ku hêlên siyasî yên tirkmenan vê daxwaza xwe bi hikûmeta Iraqê re parve bikin. Ew çekên ku ji ber talûkeya DÎŞIyê hatin belavkirin divê bidin tirkmenan jî. Ji Serokwezîr Haydar el-Îbadî re min vê yekê got."