NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Komîteya 3yemîn ku di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de (NY) berpirsyarê Mafên Mirovan e, pêşnûmaya binpêkirinên mafên mirovan ya ku bi destê rejîma Esed tên kirin, şermezar dike bi 125 rayan qebûl kir.
Pêşnûma ji aliyê Erebîstana Siûdî ve hat amadekirin û 13 welatên ku Îran, Rûsya, Koreya Bakûr û Çîn jî di nav de ne li dijî pêşnûmayê deng dan.
Tirkiye jî di nav de 125 welatên ku ji bo pêşnûma bê qebûlkirin ray avêtin û di vê mijarê de 47 welat jî bêbiryar man.
Di pêşnûmayê de qala binpêkirinên mafên mirovan ya ku ji destpêka şerê Sûriyeyê heta niha bi destê rejîmê tê kirin hat şermezarkirin. Ji bilî vê çalakiyên tundiyê yên DÎŞIyê jî hat şermezarkirin.
Ji aliyê din ev biryar li ser tu welatî ferz nîne ku bikeve rewacê. Lê biryar ji bo ku nêrîna navneteweyî nîşan dide girîng e. Pêşnûma, di Lijneya Giştî ya NYyê de, di meha berfanbarê de dê bê nirxandin.