02 Sibat 2019•Rojanekirin: 02 Sibat 2019
CENEVRE
Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (KBPNY) da zanîn ku YPG/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê destûra derbasbûna transît nade sivîlên ku li Dêra Zora bajarê Sûriyeyê ji cihên xwe hatine kirin, azadiya hereketê ya sivîlên li herêmê sînordar dike û dest datîne ser nasnameyên wan.
Berdevkê KBPNYê Andrej Mahecîc li Ofîsa Cenevreyê ya NYyê civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku li rojhilatê Dêra zorê ji li herêma ku YPG/PKK û DEAŞ pev diçe ji ewlehiya bi hezaran sivîlên navberê de mane bifikar in.
Mahecîc diyar kir ku ji ber rewşa sivîlên ku ji herêma pevçûnê reviyan gelekî bifikar in û got ku "Rewşa mirovî ya li wê herêma Sûriyeyê niha krîtîk e."
Mahecîc da zanîn ku tenê hefteya borî 10 hezar sivîl reviyan kampa li herêma Holê ya li sînorê Iraqê ya bajarê Hesekê û got ku ji serî meha kanûna pêşîn ku pevçûn giran bibûn vir ve 23 hezar sivîl reviyan Holê û got ku texmîn dikin ku rojên pêşiya me de bêtir sivîl bên herêmê.
Mahecîc got ku li Dêra Zorê sivîlên ku ji navenda navçeya Heccînê revîn ji bo ewlehiya xwe rêwitiyeke tirsnak didin ber çavên xwe û derdikevin rê.
- Ji ber birçîbûn û hîpotermiyê 29 zarok mirin
Mahecîc da zanîn ku sivîl bi awayekî birçî ji zeyiyên mayînê di encama rêwîtiyeke dijwar de xwe digihînin cihên kontrolê yên YPG/PKKya ku navê HDSyê bi kar tînin û got ku "(Sivîlan) Ragihandin dema ku digihên mewqiyên HDSê ew li kamyonên servekirî sîwar dikin û di zivistanê de ber bi Holê ve mecbûr, rêwîtiyeke dijwartir a din dikin."
Mahecîc destnîşan kir ku seranserê rê an gelekî kêm an jî tu arîkariya mirovî nadin sivîlên ku piraniya wan jin û zarok in û di bin sermayê de ber bi Holê ve diçin.
Mahecîc da zanîn ku ji serê kanûna pêşîn vir ve ji sivîlên ku çûn herêmê di dema rêwîtiyê de an jî xwe gihandin kampê negihandin herî kêm 29 zarok mirin û diyar kir ku sedema mirina van zarokan kêmasiya xwarinê û hîpotermî ye.
- YPG/PKK destûr nade
Mahecîc bal kişand ku saziyên arîkariya mirovî bi tevahî ji bo ku jiyana sivîlan xilas bikin ji YPG/PKKê xwestin ku rêya derbasbûna transît bê vekirin û destnîşan kir ku rêxistina terorê ev du hefte ne ku vê daxwazê bi cî neaniye.
Mahecîc destnîşan kir ku wek KBPNY bifikar in ku HDS daimî dest datîne ser nasnameyên sivîlan û da zanîn ku her wiha rêxistina terorê li nav welêt azadiya hereketê ya sivîlên li herêmê ji cihên xwe hatine kirin û sivîlên li kampên li Hesekê sînordar dike.
Berdevk Mahecîc bangî YPG/PKKya ku navê HDSê bi kar tîne kir ku azadiya hereketa sivîlan sînordar neke.