Elif Orhan
01 Sibat 2019•Rojanekirin: 02 Sibat 2019
DOHA
Piştî ku Qatarê di Kupaya Asyayê ya 2019an de 3-1 Japonya têk bir li welêt kêfxweşiyek mezin heye û pîrozbahî tên kirin.
Gel ji ekranên mezin ên ku li paytext Dohayê hatin danîn pêşbirkaz ku di fînala Kupaya Asyayê ya 2019an de navbera Qatar û Japonyayê de hat lîstin temaşe kir.
Qatara ku di turnuvayê de cara ewil derket fînalê bi Japonyaya ku berî niha 4 caran bibû şampiyon re li Stada Zayed Sport Cîty a li Abu Dabiya paytextê Mîrektiyên Ereban ên Yekbûyî hat pêşberî hev.
Qatar di fînala Kupaya Asyayê ya 2019an de 3-1 Japonya têk bir û bû şampiyon.
Koma qerebalix a ku ji ekranên dewasa yên li meydanên welêt pêşbirk temaşe kirin piştî serkeftinê bi kêfxweşiyeke mezin pîrozbahiyan dikin.