06 Adar 2018•Rojanekirin: 06 Adar 2018
WASGINGTON
Şahîn Cîloyê qaşo fermandarê HDSa paravana YPG/PKKa rêxistina terorî ye, di lîsteya kesên ku Tirkiye herî zêde li wan digere da ye.
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) der heqê mijara Şahîn Cîloyê ku wek "General Mezlûm" pênase dikin da ji daxuyaniyê revîn.
Berdevkê Pentagonê Rob Manning di civîna çapemeniyê da pirsên rojnamegeran bersivandin. Manning li ser pirsekê Ferhad Abdî Şahînê ku qaşo ji rêvebirên payebilind ên PKKê ye û navê Mezlûm Kobanî jî bi kar tîne wek "General Mezlûm" pênase kir.
Gotina Manning ya "Heta ku bi DEAŞê ra têkoşînê bidin em ê ji bo General Mezlûm û li Sûriyeyê konseyên eskerî yên ku herêmên lê ji destê DEAŞê derxistin piştgiriya xwe bidomînin." bû sedema nîqaşan.
Ji berdevkên Maseya Rojhilata Navîn a Pentagonê Serdar Adrîan Rankine-Galloway pirsên nûçegihanê AAyê yên der heqê mijarê da bersivandin. Galloway diyar kir, ew fikarên Tirkiyeyê yên ji bo YPGê fêm dikin, lê kesên ku ew qesd dikin fermandarê HDSa ku (Paravana YPG/PKKê) Amerîka piştgiriyê didê ye.
Serdar Galloway wiha got, "Em bi HDSê ra dixebitin. Wezîr Mattis (Wezîrê Parastina Amerîkayê) ev pir eşkere û baş îfade kir. Em fikarên hikûmeta Tirk fêm dikin. Ev şexis kî dibe bira bibe, ji mijarên din ên berfireh cuda nîne. Em fikara Tirkiyeyê ya ji bo unsûrên Kurd ên nav HDSê fêm dikin."
Galloway bibîr xist ku di daxuyaniya xwe da gotiye "Heta ku bi DEAŞê ra têkoşînê bidin" ew ê piştgiriyê bidin şirîkên xwe yên li herêmê û got ku li bakurê Sûriyeyê têkiliya wan û HDSê (Paravana YPG/PKKê) bi têkoşîna DEAŞê va sînordarkirî ye.
Cîlo di nav lîsteya terorîstên ku hêzên ewlehiyê lê digerin a ku Wezareta Karên Navxweyî weşandiye da ye.