Abdullah Tel
14 Hezîran 2018•Rojanekirin: 14 Hezîran 2018
NETEWEYÊN YEKBÛYÎ
Di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) da biryara ku parastina gelê Filistînê dixwaze, hat qebûlkirin.
Bi piştgiriya Cezayirê û hewl û xebatên Tirkiyeyê va Lijneya Giştî ya NYê bi rûniştina taybet civiya.
Di rûniştina Lijneya Giştî ya NYê da li ser pêşnûmaya ku ji bo gelê Filistînê parastin dixwast û di Konseya Ewlehiyê ya NYê (KENY) da ji hêla Amerîkayê va hatibû redkirin, hevdîtin hat kirin û ji bo raykirinê jî hat pêşkêşkirin.
Pêşnûmaya biryarê di Lijneya Giştî ya NYê da bi 120 rayî hat qebûlkirin, 8 welatan li dijî biryarê ray dan û 45 welêt jî bêlayen tevgeriyan.
- Biryar di nav xwe da çi dihewîne
Di biryarê da wiha tê gotin: "Ji Sekreterê Giştî yê NYê tê xwestin ku bila rewşa hebûyî lêkolîn bike. Heya ji dest tê di dema herî kurt da li ser qebûlkirina pêşnûmaya qal tê kirin, di nav 60 rojî da ji bo ewlehî, parastin û rihetiya Filistîniyên sivîl yên di bin dagirkeriya Îsraîlê da ne ya ku hewce dike bibe serî. Ji bo mekanîzmayên parastina navneteweyî jî raporeke nivîskî pêşkêş bike."
Nûnerê Daîmî yê Neteweyên Yekbûyî yê Tirkiyeyê Ferîdun Sînîrlîoglu jî di axaftina ku li Lijneya Giştî ya NYê kir da got: "Ev biryara li pêş me bangî hemû welatên endamên NYê dike û dixwaze ku bila bi rêyên aştîxwaz êrîşên li ser sivîlan û derd û keserên ji ber vê diqewimin, bi dawî bibe. Bi vê armancê bangewazî tê kirin. Di vê biryarê da alîgirî nayê kirin."
- Ewilî Kuweytê pêşnûma pêşkêşî KENYê kiribû
Cara ewil pêşnûma ji hêla Kuweyta ku endamê berwext ê KENYê bû va hatibû pêşkêşkirin û nêzî du hefteyan li serê axaftin hatibû kirin. Piştî axaftinên ji bo erêkirin û yan jî redkirina pêşnûmayê ew pêşnûma pêşkêşî KENYê hatibû kirin.
Pêşnûma bi armanca di KENYê da bê qebûlkirin sê caran hatibû revîzekirin. Ji bo gelê Filistînê parastina navneteweyî dihat xwestin û di pronivîsa dawîn da jî ji bo sivîlên Filistînî banga "tewdîrên parastina navneteweyî" dihat kirin.
Di pronivîsa ewil da îfadeya "Dorpêçkirina Xezeyê ya ji hêla Îsraîlê va" hatibû bikaranîn û di ya dawîn da jî di şûna "dorpêçkirin"ê da "sînordarkirina xwegîhandin û hereketê" hatibû nivîsandin û dihat xwestin ku bila dawî li wan sepandinan bê.
Li gor agahiyên ji Çavkaniyên dîplomatîk hat hildan Kuweyt ji bo ku bikaribe piştgiriya welatên Ewropayê jî hilde zimanê pronivîsê piçekî nermtir kiribû û ji ber vê jî hin peyv û îfade guhertibû. Lê evqas hewl û xebat ji ber tevgera Amerîkayê dîsa bi kêr nehatibû.
Amerîkaya ku di KENYê da xwedî heqê vetoyê bû û bi her awayî li cem Îsraîlê cih girt û digel hemû guherandinên li ser pronivîsê pêşnûmaya pêşkêşî KENYê hatibû kirin, veto kiribû.